تبليغاتX
Ayhan Urmiye
دوستان گرامي متاسفانه وبلاگ من ۱ ماهي هست كه هك شده و من از اين بابت بسيار ناراحت شدم ولي خب چكار مي شود كرد به هر حال صلاح رضا هكر اين طور خواستند

منتظر مطالب جديد در وبلاگ جديد من باشيد .

http://ayhanurmiye.blogfa.com/ .............؟؟؟؟؟؟؟؟؟

..:::رضا عبداله زاده:::.. ؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟!!!!!!
+ نوشته شده توسط آيهان حسيني در چهارشنبه 10 تیر1388 و ساعت 21:34 |

Xwedêo zêde ke li ber 20 dega bernama kurdiya kanal 5 a urmiyê ku heftiyê rojek e …! Û 20 heb televîzyonên kurdî, ma çi xema me ye ?! gelo bernamê van çawa nin gere temaşevana bipirsin …!

Rebeno jaro bernama kurdiya kanala 5 a urmiyê heya silaw nekirî dem diqete …! Lê 20 heb kanalên din 50% bernamê van siyasî ne …! Û li nav sere vî û wê û van dikotin …! Û hinek bernamê van yê dî nivî siyasî , libek siyasî û rengê siyasiya didin ev hinda mayî jî deng û basên siyasî ne …! , keko her yek jî Mehta xwe dike û zengîniya partiya xwe dide nîşan …! Hindek jî her mina heviyê hev in ?!

Gelek ji van jî dibêjin bera xwe nedin trt6 hûn yê herine cehnemê û goneh tê heye ..?! û nizanin trt6 bûye zanîngeha zimanê kurdî …!

Ey tv ên kurdî hûn bêjin heya niha ve zimanê kurdî û  gelê kurd re çi kiriye ?!

Yanê zehmetê nekişînin pare xwe xerc nekin çûn ku zarokên gundê me tirkî diaxwin …! Helbet taxa jêrî hindî diaxwin …?! Şerefsiz mirov nikare pêşiya teknolojiyê bigre …!

Herin lêkolînê bikin , têjika 2 heyvî zikê diya xwe de strana dibêje . rehmat lê be dostekî min hebû digot : ez heyranim li nav gel de hemû şaîr û dengbêjin çima me felesûf û hundir nas û civak nas nebûne …?!

Hikmeta xwedê zarokên kurd ev hid gohê xwe dane mozîkê ku sibê hemû yê bibne bîjîşk û endazyar …! Ji ber vê yakê gere hukûmeta herîma kurdistanê enbarekî tejî mîkrofon û zirne û doholê xwedan ke ku gel bê zirne nemîne û dest bi serhildanê neke ….! Dibêjin me ji wir zîndaniyê siyasî jî hene …! Rebeno kurdo xwe li dema mîrat bûna Mamûtan heya niha zîndaniyê siyasî bûne ev ji li ser hebûna welatekî …? Elbet niha xwe xwe dikene zîndaniyiyê siyasî ku bîra van neçe 1- ka bizanin tama zîndanî kirina gel çawan e . 2- nêçîr kirina Mamûtan ne bi asayî ye …?!

+ نوشته شده توسط آيهان حسيني در جمعه 30 اسفند1387 و ساعت 12:14 |
+ نوشته شده توسط آيهان حسيني در سه شنبه 27 اسفند1387 و ساعت 17:49 |

+ نوشته شده توسط آيهان حسيني در دوشنبه 26 اسفند1387 و ساعت 17:12 |


kurê 13 salî keça 13 salî revand ...! Leylî û Mecnûn ku her duya medresa Gundê Heştiyanê de diwxendin gava nekarîn bersiva hinkar bidin kerba de
revandî çûn ...! elbet malbata keçê şikayet kirine li belê heya niha polîs nekariye cihê van peyda ke ...!ez bêjim şaşîtî hatiye pêş, belkî keç û kur gel hew bilîzin û bîra van ço be bên mal ...?!
çi nake mêrê malê rojê 200 tûmen heye bi asayî dikare xwe xwedan ke ....! elbet fikir dikim jin û mêr heya êvarê Veşatko û Elekanê bilîzin ...!
kuro lavo te çima nehêla Leyliya te heya çend sal din jî bixwine ku xandevan be û zarokên baş terbiyet ke ....?! keko keça te jî gava bû 7 salî yê xwe bide revandin ..?!

+ نوشته شده توسط آيهان حسيني در دوشنبه 26 اسفند1387 و ساعت 12:15 |

Rojekê Ereşmîdos ço himamê , hetmen gelek qirêj bûye …! Lê belê bi ciyê ku xwe bişo û sabûnê xwe bide dest bi lîstinê li nav avê de kir ..! diço binê avê û dihate serî , diço û dihat .

Cara din ku ço bin avê de nişkêve hate der û hewar da : Min peyda kir min peyda kir …! Ew kesê ku heya niha neçone himamê nizanin ku gava kesek di himamê de dike hewar dengê wî çawa dibe …!

û dîsan Ereşmîdos ku mirov digot girtine pirça wî de û dikişînin hewar dida : Min peyda kir min peyda kir …

Bavera yekê ew bû ku Ereşmîdos berê pê temîz kirinê peyda kiriye li belê tu kesê heya îro li ser peyda kirina berê pê temîz kirinê hinde hewar neda bû …!

Ew kwsên ku nêzûkê Ereşmîdos bûn fikir kirin ku Ereşmîdos zêr peyda kirine û hewar dan ya min e ya min e…! lê belê Ereşmîdos gohê xwe neda kesê û cilkê xwe ber nekirin û rût ço der . xwedanê himamê got : parê hemamê çi ..?! paşê fikir kir ku Ereşmîdos tiştek bi qîmet peyda kiriye û hewar da ew ya min e …!

Xwedanê himamê paşê 100 – 200 metra ku dûr Ereşmîdos ket baver kir ku Ereşmîdos tiştek herî bi qîmet peyda kiriye û wê carê hewar da : diz … diz bigrin … ewî dizî !

Gava ku Ereşmîdos li nav bazarê de derbas dibû hejmara kesên ku dûr wî ketibûn gehîştne 18 kesan lê Ereşmîdos dîsan jî digot : Min peyda kir min peyda kir …

Şem firoş û nabendê bazarê li hindek kesan pirsîn çi bûye ?! bersiv dan ku : peyda kir peyda kir …!

Pîrejinekê got : ew mêre çi bê heya ye …!

cevanekê gava Ereşmîdos rût dît got : ewî çi peyda kiriye ku gere rût be ku nîşanê kesa bide …!

Serê kûçê pêşiya wî girtin û parçeyek dora wî alandin .

Pîremêrekê ku hêşta bêhna xwe dida got : min heftiyek pêş niha gostîla xwe di nav himamê de winda kir jina min jî şahid e …!

Xwedanê himamê jî hat û got : her tiştek ku himamê de peyda be malê xwedanê himamê ye …!

Sofîstekê jî dijî wî axoft , ku memûrê hikûmetê hat û got : her tiştek ku peyda be ya hikûmetê ye …!

Kesek din jî got : ez benî hişta em nizanin ku çi peyda bûye …!

Memûr got : zû kre ka em bizanin ku xwedanê çi ne …!

Lê belê Ereşmîdos hişta jî hewar dida ku min peyda kir min peyda kir …!

Gel li vê derê zaf bû û gotin te êi peyda kiriye ?!

Ereşmîdos got : " her tiştek ku biçe bin avê de gorî qevara xwe mestatiya vê sivik dibe " .

Gel got : çi ?! te çi got ?!

Ereşmîdos ku fikir kir gel pir keyf xweş bûye got :  : " her tiştek ku biçe bin avê de gorî qevara xwe mestatiya vê jî sivik dibe .!

Hemûya li gel hew got : Ereşmîdosê ker îro dîn bûye …! Paşê her yêk belaw bûn û gava doçon kesekê got : her tiştek ku biçe bin avê mina Ereşmîdos ker û dîn nabe ….! Û dengê keniya hemûyan hat .

Roja din ser derê wê himamê nivîsîn : ji ber edeb , exlaq û abûra gel çi zana û felesof nehêne jor …!

*vegeran

+ نوشته شده توسط آيهان حسيني در یکشنبه 11 اسفند1387 و ساعت 20:34 |

Maşala  gotavên zimanê kurdî hind gelek in ku ..:

rojekê kesek li Mirgever hatibû Somayê kekê Migeverî erebeyekî Lendevêr hebû û ser rêya gund xwest hinek kesan bi xêra xwe svar bike lê belê hejmera van gelek bû …! Kekê Mirgeverî got : pismamo bila kiçkeyek bête pêşiya erebê ….! Somayî ya fakir kirin ku dibêje kiçek bête pêşyê ….! û kerbê van gelek ve bibû û xar bera xwe didanê kekê Mirgeverî , serê ve ne’êşe paş xêra kekê Mirgeverî dostê wî gotê keko çire tu hinde bê edebî ….?! Çawa te got kiçek bêt pêşya erebê li bal min …! Belê kekê me sor bû û got : min ..!? bavo min got yekî piçûk bila bêt pêşiyê ku cihê ve teng nebe ….!

+ نوشته شده توسط آيهان حسيني در دوشنبه 5 اسفند1387 و ساعت 11:1 |
 

Gelo , pismamo , dotmamê ma hûn nizanin ku Aramê Dîgran dêje şîrîn û xweş e zimanê kurdî . albet dixwest bibêje tirş û şîrîn e zimanê kurdî ku Şemdîn Hozan bê bextî kir û nehêla …! Li niha dur dura me ye ku xizmetê ji zimanê xwe re bikim , keko televîzyona kurd 1 ê ev hind got sînema bi kurdî xweş e , nizanim fûtbol bi kurdî xweş e , xwarin bi kurdî xwş e , taştê bi kurdî xweş e , mirên bi kurdî xweş e ,  cigare bi kurdî xweş e û …. Ber vê yekê çi tam lê nema …!

Yanê zimanê kurdî delale û eger xodê bibêje erê emê bi kurdî binvîsînin , lê niha hûn benda me bin ku bi rastî her tişêt bi kurdî xweş e heta tirşî jî bi kurdî şîrîn e

 

+ نوشته شده توسط آيهان حسيني در دوشنبه 21 بهمن1387 و ساعت 19:42 |